Kurdistan24
Nivîskar
Bi dehan welatiyên Efrînê hatin berdan
di proseyeke bihevguhertina girtiyan di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çend grûpên radîkal de hatin berdan.
K24-Navenda Nûçeyan
Bi dehan welatiyên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku berî niha ji aliyê grûpên radîkal ve hatibûn girtin, di proseyeke bihevguhertina girtiyan di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çend grûpên radîkal de hatin berdan.
Rewangeh Sûrî ya Mafê Mirovan îro (21.11.2015) bi daxuyaniyekê ragehand ku di proseyeke bihevguhertina dîlan di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên radîkal de li bakurê bajarê Helebê bi dehan welatiyên bajarê Efrînê hatine berdan.
Di nav wan dîlên ku hatine rizgarkirin de 6 şervanên YPGê jî hene. Berî niha di 25ê Tîrmehê de YPGê ragehandibû ku çarenivîsa şeş şervanên wan bi awayekî fermî di deriyê Mûrşîd Pînarê yê sînorî bi sedema dermankirina birînên xwe derbasî Tirkiyê bûne ne diyar e.
YPGê di daxuyaniya xwe de Tirkiye bi girtina wan şervanan tohmetbar kiribû û dabû zanîn ku ew şervan radestî grûpên radîkal hatine kirin.