Herêma Kurdistanê ji NATOyê alîkarî xwest

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand ku bo Pêşmerge bikaribin li dijî DAIŞê şer bikin ji NATOyê alîkariya leşkerî û siyasî xwestine.

Herêma Kurdistanê ji NATOyê alîkarî xwest
Herêma Kurdistanê ji NATOyê alîkarî xwest

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand ku bo Pêşmerge bikaribin li dijî DAIŞê şer bikin ji NATOyê alîkariya leşkerî û siyasî xwestine.

Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Peywendiyên Derve de hatiye weşandin, Felah Mistefa wek nûnerê fermî yê Herêma Kurdistanê beşdarî Civîna Giştî ya NATOyê ya 61emîn ku li Bruksela paytextê Belçikayê hat kirin, bû. 

Mistefa di axaftina xwe ya li Brukselê de wiha got: "Ji ber DAIŞê ku rêxistineke terorê ye Herêma Kurdistanê di bin metirsiya siyasî û ewlekariyê de ye. Ji ber pevçûnan jî rewşa penaberên ku koç dikin xirabtir dibe." 

Mistefa destnîşan kir ku ji bo Pêşmergeyên Kurdistanê bikaribin li dijî DAIŞê şer bikin divê NATO alîkariya leşkerî û siyasî bide û wiha axifî: "Hemû dewletên azad di bin metirsiya dijminekî hevbeş de ne. Heta niha Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê şer dikin û nehiştin pêş de biçe."

Mistefa diyar kir ku divê dewletên NATOyê di bin navê neyarê hevbeş û têkoşîna dijî terorê de ligel Herêma Kurdistanê di nav têkilî û pêwendiyên baş de bin û got: "Di warê dana çekan û perwerdeyê de divê gav bên avêtin."