Herêma Kurdistanê gaza xwezayî dişîne Tirkiyê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hundirê du salan de dest bi şandina gaza xwezayî bo Tirkiyê, dike.

Herêma Kurdistanê gaza xwezayî dişîne Tirkiyê
Herêma Kurdistanê gaza xwezayî dişîne Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hundirê du salan de dest bi şandina gaza xwezayî bo Tirkiyê, dike.

Rêveberê Kompanyaya Genel Energy Tony Heyward, li Tirkiyê di Konferansa Şêwrê yê Atlantîk de ragehand ku dê di hundirê du yan jî sê salan de ji Hêrêma Kurdistanê bo Tirkiyê dest bi şandina gaza xwezayî bikin û got: ‘’Di 2020ê de wê mehane 20 milyar metre kup gaza xwezyî di bazara Tirkiyê de peyda bibe.’’

Di Konferansa Şêwrê ya Atlantîkê de nirxandin li ser gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî hat kirin û hat destnîşankirin ku gaza xwazayî ya Kurdistanê ji bo Tirkiyê dibe alternatîfê gaza Îran û Rûsyayê. Rêveberê Kompanyaya Genel Energy Tony Hayward ku di herêmê de gelek çalak e, got ku di nav du herî zêde sê salan de dê dest bi hinardeya gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê bikin.

Hayward wiha axifî: ‘’Beriya çend salan min gotibû ku dê Herêma Kurdistanê di warê şandina gaz û petrolê de bibe akterek girîng. Lê îro ez dê behsa tiştekî cuda bikim. Li Kurdistanê 150 milyar metre kup gaza xwezayî hat dîtin. Li Herêma Kurdistanê bi giştî 5 trilyon metre kup gaza xwezayî heye. Ev jî dikare pêwîstiya Tirkiyê ya 50î salan garantî bike. Eger hinardeya ji Kurdistanê dest pê bike, pêwîstiya Tirkiyê ya ji Îran û Rûsyayê jî dê kêm bibe.’’

Hayward da zanîn ku ji bo şandina gaza xwezayî dê di sala 2016ê de, kompanyayek hevper ligel Tirkiyê dabimezrînin û di sala 2020ê de jî wê mehane 20 milyar metre kup gaza xwezyî di bazara Tirkiyê de peyda bibe. Ji vir jî bişînin bazarên Ewropayê.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî jî ragehand ku ligel kompanyayên Tirkiyê lihev kirine û piştî beşa yekem a karên wan bi encam bibe, dê şandina gaza xwezayî dest pê bike. Hewramî diyar kir ku li Tirkiyê binesaziyek temam heye bo şandina gazê û ew dikarin saleke din di van deman de gazê hinarde bikin.

Hewramî herwiha behsa şerê li qada Iraq û Sûriyê jî kir û got ku ji ber şerê terorê 7 milyar dolar zirar heye û nikarîne ji ber vê jî meaşê karmend û Pêşmergeyên Kurdistanê bidin.