Kurdistan24
Nivîskar
Metropol: Li Tirkiyê dilsozên DAIŞê zêde dibin
Li gorî lêkolineke ku li Tirkiyeyê hatiye kirin, rêjeya dilsozên DAIŞê yên li Tirkiyeyê ji sedî 2 ye û rêjeya piştgiriyê wê ji sedî 15 ye.
K24 – Enqere
Li gorî lêkolineke ku li Tirkiyeyê hatiye kirin, rêjeya dilsozên DAIŞê yên li Tirkiyeyê ji sedî 2 ye û rêjeya piştgiriyê wê ji sedî 15 ye. Pispor dibêjin ku ev hejmar ji bo Tirkiyeyê gelekî metirsîdar e.
Kompanyaya Lêkolînan a Metropolê, derbarê rêjeya dilsozên DAIŞê yên li Tirkiyeyê lêkolinek kir. Li gorî wê lêkolinê dilsozên DAIŞê yên li Tirkiyeyê roj bi roj zêde dibin.
Rêveberê Kompanyaya Metropolê Prof. Dr. Ozer Sancar sedemên zêdebûna rêjeya dilsozên DAIŞê yên li Tirkiyeyê wiha eşkere dike: "Kesên sempatiya wan ji bo DAIŞê heye, di warê perwerdeyê de kêm manê û bêkar in û herwiha zanîna wan a li ser Îslamê jî kêm e. Sedema din jî ew e ku îslamperstên radîkal û îslamperestên siyasî bi gotinên xwe piştgiriyê didin DAIŞê û hîkûmet jî tedbîrên pêwist wernagire."
Derûnnas Doç. Dr. Burhannetin Kaya jî da zanîn ku di 12 salên dawî de li Tirkiyeyê meyla li ser olê heye û evna jî bandoreke nebaş li ser mirovan dihêle: "Dema ku desthilatdar û siyasetmedar zîmanê tundî bir kar tînin û di olê de tundiyê rast dibînin, wê demê kuştina mirov wekî tiştekî normal tê dîtin û bi vê yekê mirov tiştên ku DAIŞ pêk tîne nêzî xwe dibînin."
Pispor her tim dibêjin pêwîste hikûmet li dijî DAIŞê tedbîrên zêdetir werbigire û herwiha divê wê yekê qebûl bike ku ev rexistina terorê ji bo hemû cihanê, mirovahiyê û Îslamê gef e û her ku diçe zirarê dide Tirkiyeyê û welatiyên wê.