Fransa hinek malperên internetê digire

Piştî wan êrîşan Parlamentoya Fransayê çend biryarên giring dabûn. Yek ji wan jî girtina malper û torên medyayê yên ku tundûtîjiyê belav dikin.

Fransa hinek malperên internetê digire
Fransa hinek malperên internetê digire

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Fransayê piştî êrîşên Parîsê biryar da ku hemû malper û torên medyayê yên ku tundûtîjiyê belav dikin werin girtin.

Roja13ê Mijdarê çend êrîşên terorîstî Parîsa paytexta Fransayê hejandin û di encam de 129 kesan canê xwe ji dest da û 352 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê DAIŞê berpirsyariya wan êrîşan li xwe girt.

Piştî wan êrîşan Parlamentoya Fransayê çend biryarên giring dabûn. Yek ji wan jî girtina malper û torên medyayê yên ku tundûtîjiyê belav dikin.

Li gor rewşa awarte ya ku hikûmeta Fransayê ragehandiye, desthilatdariya Wezareta Navxwe heye  bêyî tu yasayan çavdêriya hemû peywendiyên internetê bike û wan malperên ku tûndûtîjiyê belav dikin bigire.

Wek tê zanîn ev ne cara yekem e ku hikûmeta Fransayê malperên internetê digire, berî niha di Adara borî de jî Fransayê pênc malper bi heman sedeman girtibûn.