Endazyara Atomê berî bigihe DAIŞê hat girtin

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Kîlîsê jineka endezyarê atomê, dema ko hewl dida biçe Suriyeyê û tevlî çekdarên DAÎŞê bibe hat girtin.

Endazyara Atomê berî bigihe DAIŞê hat girtin
Endazyara Atomê berî bigihe DAIŞê hat girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê navçeya Kîlîsê jineka endezyarê atomê, dema ko hewl dida biçe Suriyeyê û tevlî çekdarên DAÎŞê bibe hat girtin.

Di çarçoveya operasyonên li dijî DAÎŞê de ku ev demek dirêj e li bajarê Dîlokê navçeya Kîlîsê didomin, girtina jineke endazyar bal kişand.

Jina ku dixwest tevlî refên DAÎŞê bibe hate ragihandin ku endezyarê atomê ye û mehanê 60 hezar dolar mûçe werdigire.

Jina ku navê wê nehat ragihandin xelkê Katarê ye û li Avusturyayê jidayik bûye. Hat zanîn ku piştî lêpirsînan ji Tirkiyeyê hatiye dûrxistin.