Kurdistan24
Nivîskar
Opozîsyona Sûriyê du gundên Helebê rizgar kirin
Cebhet el-Şam û Ketîbeya Sûltan Mûrad karîne her du gundên Dehle û Hercele ku berî niha di bin kontrola DAIŞê de bûn rizgar bikin.
K24 - NavendaNûçeyan
Hêzên ser bi opozîsyona Sûriyê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî karîn li parêzgeha Helebê du gundan ji rêxistina DAIŞê paqij bikin.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan bi daxuyaniyekê duh (21.11.2015) ragehand ku Cebhet el-Şam û Ketîbeya Sûltan Mûrad karîne her du gundên Dehle û Hercele ku berî niha di bin kontrola DAIŞê de bûn rizgar bikin.
Ji aliyê xwe ve jî ajansa AAyê ya Tirkiyê eşkere kir ku rizgarkirina wan her du gundan pêngava yekemîne bo damezrandina nevçeyeke tampon bo penaberên Sûriyê li wê herêmê.
Rewangehê da zanîn ku ew operasyon bi piştgiriya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û Tirkiyê hatiye kirin û tê de sê firokeyên bê firokevan ên Amerîkayê û çar firokeyên Tirkiyê hatin bikaranîn.
Berî niha jî Amerîka û Tirkiyê operasyoneke hevbeş li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê kiribûn.