Obama: Esed bê navber gelê xwe bombebaran dike

"Şerê li Sûriyê nayê ranaweste heta Esed li ser desthilatê be."

Obama: Esed bê navber gelê xwe bombebaran dike
Obama: Esed bê navber gelê xwe bombebaran dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Barack Obama ragehand ku serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bê navber gelê xwe bombebaran dike û got: "Şerê li Sûriyê nayê ranaweste heta Esed li ser desthilatê be."

Di serdana xwe ya Malezyayê de Serokê Amerîkayê Barack Obama îro ragehand ku şerê li Sûriyê nayê rawestandin heta Esed li ser desthilatê be û got ku Esed bê navber gelê xwe bombebaran dike.

Obama da zanîn ku Rûsya heta niha ne pêbendê çûna Esed e û ragehand ku dive operasyonên Rûsyayê li  dijî pêgehên DAIŞê bin.

Obama tekez kir ku welatê wî li ser Serokatiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dê berdewam be û welatê wî bi hevkariya hevpeymanên xwe dê rêxistina DAIŞê wêran bikin û  jinav bibin.