Kurdistan24
Nivîskar
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Hewlêrê dike
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro bi serdanekê digihe Bexdayê û ligel berpirsên Iraqî dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îro bi serdaneke fermî digihe Bexdayê û ligel berpirsên Iraqî pêşhatên dawî yên ewlekarî û siyasî gotûbêj dike.
Li gor daxwiyaniya wezaretê, serdana Antony Blinken du rojan berdewam dike û biryar e sibe serdana Herêma Kurdistanê jî bike û ligel berpirsên Kurd li ser şerê DAIŞê û pirsa penaberan biaxife.
Serdana Blinken di demekê de ye ku roja 13ê Mijdara 2015an Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî azadkirina Şingalê ragehand û Alaya Kurdistanê jî li wê qezayê hat bilindkirin.