Siddik Eren
reporter
Li Nisêbînê welatiyekî din canê xwe ji dest da
Li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê ku di 10 roj e qedexeya derketina kolanan didome, welatiyekî 55 salî yê bi navê Şerîf Alapar canê xwe ji dest da.
K24 - Diyarbekir
Di aloziyên li Bakûrê Kurdistanê de, cangoriyên sivîl her roj zêde dibin. Li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê ku di 10 roj e qedexeya derketina kolanan didome, welatiyekî 55 salî yê bi navê Şerîf Alapar canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyên K24ê, parçeyên bombeyê li serê Alpar ketine û bi wî awayî canê xwe ji dest daye. Li Nisêbînê di 9 rojên ku qedexe hatibû îlankirin de 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dan.
Disan li Gevera navçeya Colemêrgê jî qedexeya derketina kolanan ku 20ê Mijdarê hatibû îlan kirin didome. Li Geverê jî di 2 rojan de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Qedexeya ku 5 roj berê li Licê ya Navçeya Diyarbekirê hatibû îlan kirin jî îro bi temamî hat rakirin.