Li Nisêbînê welatiyekî din canê xwe ji dest da

Li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê ku di 10 roj e qedexeya derketina kolanan didome, welatiyekî 55 salî yê bi navê Şerîf Alapar canê xwe ji dest da.

Li Nisêbînê welatiyekî din canê xwe ji dest da
Li Nisêbînê welatiyekî din canê xwe ji dest da

K24 - Diyarbekir

Di aloziyên li Bakûrê Kurdistanê de, cangoriyên sivîl her roj zêde dibin. Li Nisêbîna Navçeya Mêrdînê ku di 10 roj e qedexeya derketina kolanan didome, welatiyekî 55 salî yê bi navê Şerîf Alapar canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyên K24ê, parçeyên bombeyê li serê Alpar ketine û bi wî awayî canê xwe ji dest daye. Li Nisêbînê di 9 rojên ku qedexe hatibû îlankirin de 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dan.

Disan li Gevera navçeya Colemêrgê jî qedexeya derketina kolanan ku 20ê Mijdarê hatibû îlan kirin didome. Li Geverê jî di 2 rojan de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Qedexeya ku  5 roj berê li Licê ya Navçeya Diyarbekirê hatibû îlan kirin jî îro bi temamî hat rakirin.