Kurdistan24
Nivîskar
Nûnerê Obama pesnê rola Pêşmergeyan dide
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk, dibêje ku çend rojên borî Pêşmergeyan di şerê dijî DAIŞê de serkeftinên mezin bidest xistine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de Brett McGurk, balê dikşîne ser serkeftina Hêzên Pêîmerge û dibêje di hundirê sê rojên borî de Pêşmergeyan di şerê dijî DAIŞê de serkeftinên mezin bidest xistine.
McGurk got: "Serkeftinên Hêzên Pêşmerge di rizgarkirina Şingalê de hinek serdanên diplomatic bo Başûrê Kurdistanê bi xwe re tine û wiha dike em zêdetir hevahengî û hevkariya Hêzên Pêşmerge bikin, ku hefteyek berî niha, karîn bajarokê Şingalê ji destê çekdarên DAIŞê derbixin."
McGurk, behsa du beşkirina DAIŞê jî kir û wiha axifî: "Bi hevahengiya Hêzên Pêşmerge me karî rêya serekî ya 47 kontrol bikin, bi vêna jî rêya gehandina hevkariya leşkerî ya DAIŞê ji Reqaya Sûriyê bo Mûsila Iraqê hat qutkirin."
Li gor McGurk, cografyaya leşkerî ya DAIŞê bûye du beşên cuda wek bajarê Mûsilê yê Iraqê û Reqaya Sûriyê, evna jî di paşerojê de dibe hevkar bo rizgarkirina bajarê Mûsilê.