UNICEF: 250 milyon zarok di rewşeke xirab de dijîn

zêdeyî 1 milyon zarok li Iraq û Sûriyê di bin kontrola DAIŞê de dijîn, rêxistina DAIŞê jî beşekê ji wan bo kiryarên terorîstî bikar tîne.

UNICEF: 250 milyon zarok di rewşeke xirab de dijîn
UNICEF: 250 milyon zarok di rewşeke xirab de dijîn

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bo Zarokan (UNICEF) ragehand ku zêdeyî 250 milyon zarok li cîhanê di rewşeke xirab de dijîn û nîvê daniştvanên hejar ên cîhanê jî zarok in.

Derbarê vê yekê de Rêveberê Cîbicîkar yê UNICEFê Anthony Leek duh (21.11.2015) ragehand ku nîvê hejmara hejarên cîhanê zarok in û da zanîn ku 250 milyon zarok li cîhanê di rewşeke xirab de dijin. Leek diyar kir ku  di 2015ê de 200 hezar zarokan canê xwe xistine  metirsiyê û ber bi Ewropayê ve çûne.

Ji aliyeke din ve  Rêveberê Cîbicîkar yê UNICEFê eşkere kir ku zêdeyî 1 milyon zarok li Iraq û Sûriyê di bin kontrola DAIŞê de dijîn, rêxistina DAIŞê jî beşekê ji wan bo kiryarên terorîstî bikar tîne.

Ji bo şerê ku niha li Sûriyê û Iraqê didome hejmareke zêde ji wan her du welatan  penaber bûne û li gor amarên rêxistina navborî beşê herî zêde ji wan penaberan zarok in.