Kurdistan24
Nivîskar
Li Sûriyê zimanê Rûsî bû zimanê duyem
piştî zimanê Erebî li hemû navçe û herêmên bin kontrola rejîmê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed biryar da ku zimanê Rûsî di demsala nû ya xwendinê ya 2015an de bibe zimanê perwerdê yê duyemîn piştî zimanê Erebî li hemû navçe û herêmên bin kontrola rejîmê.
Wezareta Perwerdê ya rejîma Sûriyê duh (21.11.2015) ragehand ku bo sala nû ya xwendinê ji pola (7-12)an piştî Erebê dê zimanê Rûsî wek duyemîn ziman were xwendin.
Wezareta Perwerdê ya Sûriyê da zanîn ku heft hezar xwendekarên pola (7-12)ê hene bo sala nû ya xwendinê ku zimanî Rûsî bixwînin.
Di kirîza Sûriyê de ku zêdeyî çar sal e berdewam e Rûsya weke alîgir û hevpeymanê wî welatî tê naskirin ku bi berdewamî piştgirî û alîkariya rejîmê dike.