Kurdistan24
Nivîskar
Ji ber bandora wêneyê Alanê Kurd şahî nekirin
Bûk û zavayekî Kanadî ji ber wêneyê Alanê Kurd bandor li wan kiribû, dest ji şahiya xwe berdan û pereyên şahiyê jî wek alîkarî li penaberên Sûrî belav kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bûk û zavayekî Kanadî ji ber wêneyê Alanê Kurd ê li ber perava deryayê bandor li wan kiribû, dest ji plana şahiya xwe berdan û pereyên ji bo şahiyê jî veqetandibûn wek alîkarî li penaberên Sûrî belav kirin.
Li gor malpera Huffington Post Kanada, Samantha Jackson û Farzîn Yousefian ku li bajarê Torontoyê dijîn, ligel ku hemû amadekariyên xwe yên şahiyê kiribûn, lê dema wêneyê Alanê Kurd dibînin tesîrê li wan dike û şahiya xwe radiwestînin.
Jackson û Yousefian biryar dan ku pereyên ji bo şahî û merasîma mehrê jî veqetandibûn, li penaberên Sûrî belav bikin ku ji ber şerê li welatê xwe neçar bûne berê xwe bidin welatên Ewropayê.
Jackson û Yousefian ku biryar bû di Adara dahatû de şahiya xwe bikin, kampanyayek dan dest pê kirin û pereyên ku ji şahiyê re veqetandibûn li penaberên Sûrî belav kirin ku niha li Kanadayê bicîh bûne. Herwiha ji kes û dost û hevalên xwe jî xwestin ku ji dêlva diyariyan bo wan bikirin bila tevlî kampanyaya alîkariyê bibin.
Samantha Jackson û Farzîn Yousefian, piştî ku biryar dan şahiyê nekin meha borî li Şaredariya Torontoyê bi merasîmeke normal çûn nav jiyana hevseriyê.
Bûk û zavayê navbirî ji heman malperê re gotin ku piştî ev karê han kirine ji nû pê hesiyane bê çi helwêsteke baş bûye ku ji dêlva şahiyê ve alîkariya penaberan bikin. Herwiha dan zanîn ku heta niha 17 hezar dolar kom kirine û armanca wan ew e bigihin 20 hezar dolaran.