Bizava Barzan di têkoşîna Serxwebûna Kurdistanê de

Lêkolîner Reşîd Mela Alî got 131 sal e têkoşîna Barzan berdewam dike û di dîroka Kurdan de ev tişt cara yekem çêdibe.

Bizava Barzan di têkoşîna Serxwebûna Kurdistanê de
Bizava Barzan di têkoşîna Serxwebûna Kurdistanê de

K24 – Stenbol

Li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li ser Hereketa Barzan a di têkoşîna Serxwebûna Kurdistanê de gotubêjek hate kirin.  Lêkolîner Reşîd Mela Alî got 131 sal e têkoşîna Barzan berdewam dike û di dîroka Kurdan de ev tişt cara yekem çêdibe.

Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî derbarê şoreşa malbata Barzanî de guftugo hate kirin. Civaknas  Îsmaîl Beşîkçî, Serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuz û gelek kes beşdarî gotubêjê bûn.

Lêkolîner Reşîd Mela Alî ku li ser dîroka têkoşîna Barzanî gelek pirtûk nivîsandine, qala ji Sêx Muhammed Barzanî heta Mesud Barzanî gelek kesayetiyên girîng ên malbata Barzanî kirin.

Mela Alî bilêv kir ku tenê di şoreşa Barzan de hem danûstandin û hem jî rêkeftin di navbera gel û dewletê de çê bûye: "Dewletên ku Kurdistan dagir kirin, perçe perçe kirin mecbur man ku daxwazî û mafê gelê Kurd qebûl bikin. Di şoreşa Başûr ya Barzanî de ew çê bûye."

Reşîd Mela Alî dibêje Barzan cîhê yekemîn e û rêberên Barzanî jî kesên yekemîn in ku reformên civakî kirin e. Ew reform jî bandorekî mezin daye ser hizra netewî, hizra olî û hizra mirovî.

Herwiha Mela Alî diyar kir ku di hemû serdeman de têkoşîna Barzan yekalî nebûye, di  her aliyê jiyanê de şoreşeke mezin kirin e: "Dema ku ew berxwedan dest pê kiriye, di çerxên 19an, sala 1884an de, di serdama Şêx Muhammed Barzanî de şoreşekî hemû alî bûye. Hemû warên jiyanê li xwe girtin e."

Reşîd Mela Alî got: "Rojhilata Navîn di nav agirêkî de ye û dibê em hişyar bin ku ev agir careke din me neşewitîn e. Herwiha  divê em zor hişyar bin û em bizanin ka gelo çawa danûstandinê ligel wan guhertinan bikin."

Mela Alî axaftina xwe bi helbesta Cegerxwîn bi dawî kir;

Heger hûn nebin yek,

Hûnê biçin yek bi yek.