Kurdistan24
Nivîskar
Li Girê Spî Teqîn: 2 kuştî û 20 birîndar
Teqîn li pêş avahiya rêveberiya xweser çêbûye û praniya qurbaniyan jin û zarok in.
K24- Girê Spî
Li bajarokê Girê Spî teqînek çê bû û di encam de herî kêm 2 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan hejmarek din jî birîndar in.
Peyamnêrê K24 li Girê Spî got, îro, 22ê Mijdarê, danê nîvro motosîklekî bombekirî bû ku li nêzîk avahiya Rêveberiya Xweser li nava Girê Spî teqî.
Li gor agahiyên peyamnêrê me, ji encama wê teqînê 2 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kesên din jî birîndarin.
Lê heta niha ti aliyekî fermî amara kuştî û birîndarên teqînê ranegehandiye.
Peyamnêrê me diyar kir jî ku, praniya birîndaran jin û zarok in.
Di 16ê, Hizîrana borî de bajarokê Girê Spî ji aliyê YPG û Burkana Firatê ve ji DAIŞê hatiye rizgarkirin.