Li Rihayê hespên pêşbaziyê tên xwedîkirin

Li Pirsûsa navçeya Rihayê zêdeyî 60 çêwlikên hespan hene û di van çêwlikan de ji bo pêşbaziyên di hîpodroman de hesp tên xwedîkirin.

Li Rihayê hespên pêşbaziyê tên xwedîkirin
Li Rihayê hespên pêşbaziyê tên xwedîkirin

K24 - Riha

Li Pirsûsa navçeya Rihayê zêdeyî 60 çêwlikên hespan hene û di van çêwlikan de ji bo pêşbaziyên di hîpodroman de hesp tên xwedîkirin.

Li navçeyê di salên 90î de xwedîkirina hespên pêşbaziyê dest pê kir û piştî ku gelê herêmê jê pere qezenc kirin, Pirsûs bû navenda hespên pêşbaziyê û hejmara çêwlikên hespan jî zêde bû.

Hespên ku di çêwlikan de tên xwedîkirin hem beşdarî pêşbaziyên li hîpodroman dibin û hem jî kesên eleqedar bi bihayên giran dikirin.

Hespê bi navê "Turbo" di navbera salên 2008 û 2010an de beşdarî 31 pêşbaziyên hîpodromê bûye û 27 caran bi ser ketiye û xwediyê wê jê 3 milyon û 497 hezar qezenc kiriye. Hespê bi navê "Ateş Topu" jî di navbera salên 2006 û 2008an de 15 pêşbazî qezenc kirine û xwediyê wê milyonek û 693 hezar jê qezenc kiriye.

Rêvebirê Xurek, Çandinî û Ajeldariyê yê Pirsûsê Mehmet Murat Yahlîzade destnîşan kir ku piraniya hespên pêşbaziyê li navçeyê tên xwedîkirin û got: "Di çêwlikên li navçeyê de ciwanîk, hespên tuxim û mehîn hene. Hejmara hespan 800-900 e. Qederê 300-400 hesp ciwanî ne û yên din jî hespên toximê ne." 

Yahlîzade diyar kir ku di çêwlikan da hespên ku cisnê wan ereb û îngiliz in jî hene û wiha axifî: "Di çêwlikan de ji ber ku di pêşbaziyên maratonê de li ber xwe didin herî zêde hespên ereb tên ecibandin û xwedîkirin. Dema hesp dibin 2 salî tên asta pêşbaziyê. Piştre siwarên me li hespan siwar dibin û dibezînin. Heta 3 saliya xwe jî dibezin. Hespên ku li vir tên xwedîkirin bi pereyên mezin tên firotin. Li gor serkeftina hespan bihayê hespan di navbera 200 hezar û 2 milyon lireyî de tê guhertin." 

Yahlîzade destnîşan kir ku hespên di pêşbaziyan de bi ser dikevin di çêwlikan de wek hespên tuxim tên bikaranîn û got: "Ciwaniyên di çêwlikan de ji van hespan çêdibin. Hespên wiha dema seqet dibin wek hespên tuxim tên bikaranîn. Ciwaniyên hespên wiha jî wek hespên pêşbaziyê tên xwedîkirin."