Kurdistan24
Nivîskar
Esed: Bi hezaran terorîst reviyan e Tirkiyê û Ewropa
Pesnê operasyonên Rûsyayê dide û bi zimanekî tuj behsa Amrîka û hevpeymaniya navdewletî dike.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Sûriyê, Beşar Esed dibêje ku “bi hezaran terorîst ji Sûriyê ber bi Tirkiyê, Ewropa, Yemenê û welatên din ve reviyan e.”
Esed di hevpeyvînekê ligel televîzyona Phoenix ya Çînî de îro, 22ê Mijdarê, rexne li operasyonên esmanî yên hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Amerîkayê li dijî pêgehên DAIŞê girtin û got ku, wan operasyona hîşt ku “hejmara çekdaran bêhtir bibe û desthilata wan jî zêdetir bibe.”
Serokê rejîma Sûriyê pesnê operasyonên Rûsyayê- ya hevpeyman- da û ragehand ku, di meha yekem ji operasyonên firokeyên Moksoyê de “bi hezaran terorîst ji Sûriyê ber bi Tirkiyê, Ewropa, Yemenê û welatên din ve reviyan e.”
Rûsya ji 30ê Îlona borî ve ji esman û deryayê ve pêgehên “terorîstan” li Sûriyê bombe baran dike.
Pêr, Înê, jî Wezareta Bergirî ya Rûsyayê radigehîne ku, firokeyên wan 140 armancên DAIŞê li Sûriyê jinav birin ku ew jî “19 xalên serkirdayetiyê, 12 embarên çek û teqemeniyan, 71 zirixpoş û 6 kargehên çêkirina teqemeniyan bûn.”