Kurdistan24
Nivîskar
Navçeyek girîng a Hesekê ji dest DAIŞê hat derxistin
Fewca 121 ya li Mêlebiyê navçeyeke stratejîk ya gelekî girîng e, niha jî Hêzên Sûriyeya Deamokratîk ver bi gundên başûrê Hesekê ve diçin.
K24- Hesekê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk fewca 121 li navçeya Mêlebiyê ya Hesekê bi temamî ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.
Peyamnêrê K24 li Hesekê got ku, niha şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de li başûrê Mêlebiyê berdewam in, lê fewca 121 ji îro, 22ê Mijdarê, nîvro ve ji destê wê rêxistina radîkal hatiye derxistin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk hevpeymaniyeke ji grûpên şervan ên Kurd, Ereb û Xirîstiyan pêk tê, heta niha jî Amerîka 2 caran alîkarî ji wê hêzê re şandiye.
Li gor agahiyên peyamnêrê me, firokeyên hevpeymaniya navdewletî ji esmanan ve alîkariyeke berçvan dane operasyonê û 3 otomobîlên bombekirî yên DAIŞê jinav birine.
Fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji K24 re diyar kir ku, ew niha ber bi gundên başûrî bajarê Hesekê ve diçin.
Armanca Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di naverasta Cotmeha borî de hatiye damezrandin, rizgarkirina hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji dest çekdarên DAIŞê ye.