Serokên Rûsya û Iraqê serdana Îranê dikin

Tê pêşbînîkirin ku Putîn ligel Rûhanî pirsên girîng ên di rojevê de gotûbêj bike.

Serokên Rûsya û Iraqê serdana Îranê dikin
Serokên Rûsya û Iraqê serdana Îranê dikin

K24- Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe, 23yê Mijdarê, korbenda welatên xazê hinarde dikin li Îranê birêve biçe, serokên Rûsya û Iraqê jî beşdar in.

Sêyemîn korbenda welatên xazê hinarde dikin wê bi beşdariya serokên 9 welatan li Tehranê birêve biçe.

Di nav serokên beşdar de, wê Serokê Iraqê Fûad Mehsûm û Serokê Rûsyayê, Valdimir Putin jî hene.

Çaverê ye jî ku çendîn hevdîtinên dîplomasî yên du alî di çarçoveya wê korbendê de birêve biçin, bi taybetî di navbera Tehran û Moskoyê de, ku du hevpeymanên bihêz ên hev in.