Kurdistan24
Nivîskar
Beşîkçî: Divê Kurdên Bakur ji federalîzmê kêmtir razî nebin
Di hevpeyvînek taybet de ligel K24 behsa dewleta Kurdî û azadkirina Şingalê dike.
K24- Hewlêr
Nivîskar û lêkolînerê navdar ê Tirk, Îsmaîl Beşîkçî rizgarkirina Şingalê bi serkeftinek mezin bo Kurdistanê binav dike û dibêje “nabe neteweyek 70 milyon wek ya Kurd bê dewlet be.”
Di hevpeyvîneke taybet ligel K24 de îro, 22ê Mijdarê, Îsmaîl Beşîkçî bi pêwîst zanî ku Kurd xebata xwe ya siyasî û civakî geş bikin.
Beşîkçî amaje bi hebûna dewleta Kurdî kir û got: “Nabe neteweyek 70 milyon wek ya Kurd bê dewlet be.”
Derbarê Bakurê Kurdistanê de, Beşîkçî diyar kir ku, nabê gelê Kurd li wê parçeya Kurdistanê daxwaza mafekî kêmtir ji federalîzmê bike “ji bo ku Kurdan xwîn zêde di ber bidestxistina mafê xwe de rijandine.”
Beşîkçî bi pêwîst jî zanî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebata xwe ya siyasî û sivîl geştir bike.