Li Hewlêrê Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê vekirin

Hinek komele, sazî yan jî weqif ji bo ku têkiliyên di navbera Kurdên bakur û başûr de bihêztir bike xîreteke mezin nîşan didin. Veqfa Îsmaîl Beşîkçî jî, li ser vê fikrê li Hewlêrê şaxeke nû dê veke.

Li Hewlêrê Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê vekirin
Li Hewlêrê Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî tê vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di salên dawîn de di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de gelek xebat tên kirin. Hinek komele, sazî yan jî weqif ji bo ku têkiliyên di navbera Kurdên bakur û başûr de bihêztir bike xîreteke mezin nîşan didin. Veqfa Îsmaîl Beşîkçî jî, li ser vê fikrê li Hewlêrê şaxeke nû dê veke.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, li Stenbolê, di sala 2012'an de hatiye vekirin. Piştre, di sala 2014'an de li Diyarbekirê, li ser navê weqfê şaxeke din hatiye vekirin.

Weqfa Beşîkçî, bi armanca xurtkirina pêwendiyên di navbera her 2 perçeyên Kurdistanê de wê li Hewlêrê jî bê vekirin. Serokê Weqfê Îbrahîm Gurbuz got ku yekîtiya çanda her 4 perçeyên Kurdistanê pir girîng e û wiha pêde çû: "Ji ber, yekîtiya çand, yekîtiya ziman derdixînê holê û piştre yektiya netewe çêdibe. Loma pêwîst e ku em li ser ziman, dîrok û civakzanî xebatên xwe dewlementir bikin. Ji bo wê jî, me xwest ku li Başurê Kurdistanê jî şaxeke vekin."

Gurbuz wiha axifî: "Li Başurê Kurdistanê li ser dîrok, civakzanî, antropolojî, wêje, çand û hûnerê çi berhem derdikevin em dixwazin bibin başûr, li başûr jî çi derdikeve em bînin bakur."

Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, li Hewlêrê di 25ê Mijdarê saet 11an de li ser kolana 100 metrî dê bê vekirin. Di nav weqfê de pirtûkxaneyekê li ser zimanê Kurdî jî wê bi cîh bigre.