Kurdistan24
Nivîskar
Dema geheştina leşkerên Amerîkî bo Sûriyê nêzîk bû
Berî niha Serokê Amerîkayê Barack Obama biryar dabû ku ji bo piştgiriya hevpeymanên xwe yên li Sûriyê şerê DAIŞ dikin welatê wî hêzeke bejayî ku ji 50 leşkeran pêk tê bişîne Sûriyê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de Brett McGurk ragehand ku hêzeke bejayî ya welatê wî dê di demeke nêzîk de bigihe Sûriyê.
Berî niha Serokê Amerîkayê Barack Obama biryar dabû ku ji bo piştgiriya hevpeymanên xwe yên li Sûriyê şerê DAIŞ dikin welatê wî hêzeke bejayî ku ji 50 leşkeran pêk tê bişîne Sûriyê.
Di daxuyaniyekê de Arîkarê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarê Iraq û Sûriyê Brett McGurk ragehand ku ew hêza bejayî ya welatê wî dê demeke nêzîk bigihe Sûriyê daku hêzên navxweyî yên şerê çekdarên DAIŞê dikin organîze bike.
Wek tê zanîn ev yekemîn hêza bejayî ya Amerîkayê ye li Sûriyê ji dest pêka damezrandina Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li dijî rêxistina DAIŞê ku ji 60 welatan pêk tê.