Geştên esmanî yên Hewlêr û Silêmaniyê hatin ragirtin

Bi biryara Rêveberiya Hêla Esmanî ya Iraqê geştên firokexaneyên Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê heta 25ê mehê hatin ragirtin û sedema wê jî ewlekarî ye.

Geştên esmanî yên Hewlêr û Silêmaniyê hatin ragirtin
Geştên esmanî yên Hewlêr û Silêmaniyê hatin ragirtin

K24 – Hewlêr

Bi biryara Rêveberiya Hêla Esmanî ya Iraqê geştên firokexaneyên Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê heta 25ê mehê hatin ragirtin û sedema wê jî ewlekarî ye.

Li gor agahiyên K24ê, bi biryara hikûmeta navendî, geştên esmanî yên firokexaneyên Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê heta 25ê Mijdarê hatine ragirtin.

Li gor heman agahiyan, sedema ragirtina geştan metirsiya ewlekarî û herwiha ji ser esmanên Kurdistan û Iraqê ve derbasbûna mûşekên Rûsî ye.

Bi vê biryarê li van her sê firokexaneyan, hemû geştên di nav van herdu rojan de hatine rawestandin. Lê heta niha ji aliyê rêveberiyên herdu firokexaneyên Kurdistanê ve bi fermî tu daxwiyanî nehatine dayîn.