Evîn Şikakî
Reporter
Kerry bo hevgirtina opozîsyonê civînan pêk tîne
biryar e îro civîneke sê alî di nabera Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, Cihnişînê Mîrê Ebû Debî Zayd Al-Niheyan û Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê Adil el-Cûbêr de were kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Bi mebesta hevgirtina opozîsyona Sûriyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry dê îro ligel berpirsên Imarata Erebî û Erbistana Siûdiyê dicive.
Berî niha Erebistana Siûdiyê li ser zarê Nûnerê xwe yê Neteweyên Yekbûyî Ebdullah el-Mûalimî ragehandibû ku ew dê li (14.12.2015) kongreyekê bi mebesta komkirina opozîsyona Sûriyê û yekgirtina wê lidar bixin.
Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku biryar e îro civîneke sê alî di nabera Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, Cihnişînê Mîrê Ebû Debî Zayd Al-Niheyan û Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê Adil el-Cûbêr de were kirin.
Wî berpirsê Amerîkî da zanîn ku civîn bi mebesta hevgirtina opozîsyona Sûriyê tê li darxistin. Berî niha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura ji rojnameya el-Heyat a Erebî re gotibû ku kongreya Riyadê bo komkirin û yekgirtina opozîsyona Sûriyê girîng e.