Li navçeya Geverê qedexe hat rakirin

Li Gevera navçeya Colemêrgê qedexeya derketina kolanan hat rakirin, li Nisêbînê di roja 10êmîn de berdewam dike.

Li navçeya Geverê qedexe hat rakirin
Li navçeya Geverê qedexe hat rakirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Gevera navçeya Colemêrgê qedexeya derketina kolanan hat rakirin, li Nisêbînê di roja 10êmîn de berdewam dike.

Parêzgeriya Colemêrgê, derheqê qedexeya Geverê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Tê destnîşan kirin ku ji ber zêdebûna bûyerên tundûtûjî li navçeya Geverê, 20ê vê mehê qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin û ji ber ev yek gihîştiye armanca xwe vê sibê demjimêr 6.00ê  qedexe hatiye rakirin.

Li aliyê din, qedexeya Nisêbînê di roja 10emîn de berdewam e. Li navçeyê pevçûnên navbera hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (YDG-H) didomin. Li navçeyê tenê çend ambulans xizmetguzariyê dikin. Ji ber pevçûn û qedexeyê di warê tenduristî û pêdiviyên xwarinê de bêzariya gel zêde dibe.

Parlamenterên HDPê yê Mêrdînê jî bi armanca dawîlêanîna operasyon û rakirina qedexeyê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Duh hêzên ewlehiyê êrişî parlamenteran kiribûn û Mithat Sancar birîndar bûbû. Di roja pêncemîn de ev çalakî berdewam dike.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken, duh di dema hilbijartina Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û got, li herêmê kiryarên darbeya serbazî rû didin.