Ji sedî 20ê welatiyên Elmanî di nav DAIŞê de ji jin in

750 kes ji welatê wî tevlî rêxistina DAIŞê bûne, ji wan jî 120 kes di şerê Iraq û Sûriyê de hatine kuştin.

Ji sedî 20ê welatiyên Elmanî di nav DAIŞê de ji jin in
Ji sedî 20ê welatiyên Elmanî di nav DAIŞê de ji jin in

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Elmanyayê Thomas de Maiziere  ragehand ku ji sedî 20ê welatiyên Elmanî yên di nav çekdarên DAIŞê de jin in.

Wezîrê Navxwe yê Elmanyayê Thomas de Maiziere  îro ragehand ku 750 kes ji welatê wî tevlî rêxistina DAIŞê bûne,  ji wan jî 120 kes di şerê Iraq û Sûriyê de hatine kuştin.

Maiziere da zanîn ku ji sedî 80 ji wan welatiyên Elmanî yên di nav DAIŞî de temenê wan kêmî 30 salî ye û ji  sedî 20ê wan jî jin in.

Wezîrê Navxwe yê Elmanyayê tekez kir ku 200 welatiyên Almanî piştî tevlîbûna wan di nav refên DAIŞê de vegeriyane welatê xwe û 70ê ji wan kesên vegeriyane ji aliyê DAIŞê ve hatine perwerdekirin.