Rejîma Sûriyê du gund ji destê DAIŞê derxistin

bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê rejîma Sûriyê karî gundê Mehîn û Hewarîn kontrol bike.

Rejîma Sûriyê du gund ji destê DAIŞê derxistin
Rejîma Sûriyê du gund ji destê DAIŞê derxistin

K24 - Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê û alîgirên wê bi piştevaniya operasyonên Rûsyayê du gund li rojavayê Sûriyê ji bin kontrola çekdarên DAIŞê derxistin.

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan bi daxwiyaniyekê ragehand ku piştî şerekî dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên DAIŞê de û bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê rejîma Sûriyê karî gundê Mehîn û Hewarîn kontrol bike.

Rewangehê da zanîn ku ji bilî kontrolkirina her du gundan ji aliyê rejîma Sûriyê ve bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin. Ji aliyê xwe ve ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) îro kontrolkirina her du gundan ji aliyê rejîma Sûriyê û alîgirên wê ve piştras kir.

 Welatên rojava û Amerîka bi guman berê xwe didin destêwerdana Moskoyê di Sûriyê de û opozîsyona Sûriyê jî radighîne ku firokeyên Rûsî tenê pêgehên wan dikin armanc.

Herdu gundên Mehîn û Hewarîn ku dikevin rojavayê Sûriyê, ser bi parêzgeha Himisê ne.