Kurdistan24
Nivîskar
Sedir bo Kurdan: Yan bi hev re jiyan an jî du cîranên baş
Rêberê Şepêla Sedir a Şîe tekez dike ku, baweriya Şîe û Kurdan bi mafê çarenivîs tê.
K24- Navenda Nûçeyan
Rêberê Şepêla Sedir a Şîe, Muqteda el-Sedir derbarê Başûrê Kurdistanê û mafê çarenivîs de dibêje “Yan jiyan di çarçoveya yek welatî de û yan jî du bila em du cîran bin, aştî û hezkirinê me bigehîne hev.”
Muqteda el-Sedir derbarê aloziya li Xurmatûyê de peyamek arasteyî gelê Kurd kir û nivîsiye ku “Me û we ey gelê Kurd ê mucahid, gelekî ji dest rejîma dektatorî ya sitemkar nalandiye.”
Roja 12ê Mijdarê piştî ku çekdarên Heşdî Şeebî xwestin bikevin qezaya Xurmatû di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de alozî derket û heta niha jî berdewam e.
Sedir balkişandiye ser mafê çarenvîs ê gelê Kurd bi ragehandina serxwebûnê û wiha dibêje: “Yan bila em di bin alaya yek niştimanê xweşdivî de bijîn yan jî bila em bibin du cîran dûrî her kîn û nijadperestiyekê û hezkirin û aştî me bigehîne hev.”
Rêberê Şepêla Sedir tekez dike jî ku, baweriya Şîe û Kurdan bi mafê çarenivîs heye.”
Herî dawî jî Muqteda el-Sedir wiha peyama xwe qedandiye “slav li Kurd, Turkmen û Erebên Iraqê.”
Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.