Tirkiye dosyeya Turkmenên Sûriyê dibe NY

Tirkiye diyar dike ku jiyana 30 hezar Turkmen li Sûriyê di metirsiyê de ye.

Tirkiye dosyeya Turkmenên Sûriyê dibe NY
Tirkiye dosyeya Turkmenên Sûriyê dibe NY

K24- Navenda Nûçeyan

Tirkiye daxwaza civînek awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî dike, ji bo gotûbêjkirina “êrîşa firokeyên Rûsî” li ser navçeyên Turkmenan li Sûriyê.

Ajansa Reutersê li ser zarê çavkaniyekê ji ofîsa Serokwezîrê Tirkiyê, Davut Ahmetoglu îro, 23ê Mijdarê, belavkiriye ku ew derbarê dosyeya Turkmenên Sûriyê de ketine gotûbêjan ligel Amerîka û Rûsyeyê.

Herwiha Tirkiye nameyek ji Brîtanyeyê re şandiye ku têde daxwaza civîneke awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî kiriye, ji ber ku niha Brîtanya serokatiya encûmenê dike.

Li gor berpirsên Tirkiyê, ji encama êrîşa firokeyên Rûsî, nêzîk hezar û 700 Turkmenên Sûriyê ji navçeyên xwe reviyan e.

Herwiha di heftiya borî de, Enqerê balyozê Rûsyayê xwestibû û daxwaz jê kiribû ku êdî firokeyên welatê wî êrîşên li dijî navçeyê Turkmenan li Sûriyê rawestîn e.

Rûsyayê ji 30ê Îlona borî ve dest bi destêwerdana leşkerî li Sûriyê kiriye, Tirkiyê jî ragehandiye ku ew destêwerdan li dijî opozîsyona Sûriyê ye.

Berpirsên Tirkiyê diyar dikin jî ku, niha jiyana nêzîk 30 hezar Turkmen li Sûriyê ji ber êrîşa firokeyên Rûsî di metirsiyê de ye.