Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî: Daniel Mitran dayika Kurdan e û em deyndarê wê ne
Salvegera koça dawiyê ya Daniel Mitran bi merasîmek berfireh li Hewêrê birêve çû.
K24- Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Daniel Mitran wek dayika Kurdan bi nav dike û dibêje “em deyndarê wê ne.”
Îro, 23yê Mijdarê, merasîmek taybet bi helkefta salvegera koça dawiyê ya Daniel Mitran, hevjîna serokê berê yê Fransayê François Mitran, li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê birêve çû.
Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmê de gotarek pêşkeş kir û got ku “Daniel Mitran yekem kesê biyanî bû ku min di jiyana xwe de dît firmêskên wê ji bo Kurdan bibarîn e.”
Barzanî, Daniel Mitran wek dayika Kurdan binav kir û diyar kir ku gelê Kurd “deyndarê wê ye.”
Herwiha Barzanî behsa yekem hevdîtina xwe ligel Danielê kir û got: “Di dema xwe de yekemcar bi rêya Kendal Nezan min serdana Parîsê kir ji bo ku ez wê dosta girîng a Kurdan bibînim.”
Barzanî diyar kir ku, di wê serdanê wî naskir ku Daniel Mitran serdana kampeke Kurdan li Tirkiyê kiribû û dema behsa jiyana wan kir “rondik dibarandin.”