Kurdistan24
Nivîskar
Fransayê ji deryayê dest bi êrîşan kir
Keştiya “Charles de Gaulle” bi serkêşiya çend keştiyên din ên leşkerî duh gehiştibû Deryaya Spî
K24- Navenda Nûçeyan
Fransayê yekem operasyon ji Deryaya Spî li dijî pêgehên rêxistina DAIŞê ya radîkal li Sûriyê encamda.
Çavkaniyên leşkerî yên Fransî ragehandin ku, serê sibeha îro, 23yê Mijdarê, firokeyên Fransî ji Deryaya Spî firiyan li pêgehên DAIŞê li Sûriyê xistin.
Duh, 22ê Mijdarê, Wezîrê Bergirî yê Fransayê, Jean-Yves Odrian diyar kiribû ku, keştiya “Charles de Gaulle” ya helgira firokeyên gehiştibû rojhilatê Deryaya Spî.
Biryara Fransayî bi tundkirina operasyonên li dijî DAIŞê piştî êrîşên Parîsê tê, ku di encam çend êrîşîn çekdarên DAIŞê de 130 kesî canê xwe ji dest dane û 351 jî birîndar bûne.
Keştiya “Charles de Gaulle” serkêşiya grûpek keştiyên leşkerî yên Fransî dike, tevî keştiyeke leşkerî ya Brîtanî.
Bi destpêkirina êrîşên esmanî ji “Charles de Gaulle”, dê 26 firokeyên şerker ên "Rafale" û 8 firokeyên "Super Atendar” karibin rojane 3 operasyonan li dijî DAIŞê encam bidin. Tevî 12 firokeyên din ên Fransî ku ji Îmarata Erebî û Urdinê difirin.
Roja 27ê Îlonê, firokeyên Fransî yekem operasyon li dijî pêgehê DAIŞ li Sûriyê encam dabûn.