Hevpeymaniya navdewleyî radigehîne ku wê tevgera DAIŞê asteng kiriye û ziyanên mezin gehandine rêxistina radîkal.
Hesekê: 283 otomobîlên DAIŞê hatin jinavbirin
K24- Navenda Nûçeya
Firokeyên hevpeymaniya navdewletî li Hesekê û Dêrezorê 283 otomobîlên DAIŞê jinavbirine.
Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniykê de îro, 23yê Mijdarê, ragehand ku, wan du operasyonên dijwar li dijî rêxistina DAIŞê ya radîkal li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û Dêrezora Sûriyê encamdane.
Derbarê ziyanên ku gehiştine DAIŞê de, daxuyaniyê aşkere kir ku 283 otomobîlên rêxistina radîkal hatine jinavbirin.
Her du operasyon pêr, Şemiyê, hatine encamdan.
Hevpeymaniya navdewletî diyar dike jî ku, gelek ziyanên mirovî jî gehiştiye çekdaran û tevgera wan hatiye astengkirin.