Amerîka: Em ji planên Serok Barzanî man ecêbmayî

Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka û şanda ligel kir.

Amerîka: Em ji planên Serok Barzanî man ecêbmayî
Amerîka: Em ji planên Serok Barzanî man ecêbmayî

K24- Hewlêr

Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka dibêje ku, ew ji planên Serokê Herêma Kurdistanê yê di operasyonên li dijî DAIŞê de “mane ecêbmayî.”

Îro, 23yê Mijdarê, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka, Tony Blinken û şanda ligel kir.

Tony Blinken pîrozbahiya azadkirina Şingalê li Mesûd Barzanî kir û got ku, Amerîka ji plan û pêngavên Barzanî yên di operasyonan de ecêbmayî man e û tekez kir jî ku “cîhan bi çavê rêzê li canfîdayiya Pêşmergeyan dinêr e.”

Derbarê alîkariyên Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge, Tony Blinken diyar kir ku ew dê li ser pêşkeşkirina alîkariyan berdewam bin û hewldan bo zêdekirina alîkariyan hene.

Di bermaber de Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî spasiya Amrîka û hêzên hevpeymana kir li ser piştgiriya ku didin Pêşmerge, tekez kir jî ku karê sereke yê Herêma Kurdistanê jinavbirina DAIŞê ye “ji ber ku DAIŞ dujmina hemp mirovatiyê ye û her cihekî derfeta wan hebe, dê bibin çavkaniya gefê bo ser jiyana welatiyan.”

Barzanî di hevdîtinê de bi rêya Tony Blinken slavên xwe ji Serokê Amerîka, Barack Obama re şandin.

Piştî hevdîtina ligel Barzanî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka, Tony Blinken û şanda ligel serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de diyar kir ku, niha ew planeke çaksaziyê di warê aborî de amade dikin, şandeya Amerîkî jî amadebûna xwe ji bo pêşkeşkirina alîkariyê di wê planê de anî ziman.

Herwiha şandeya Amerîkî amaje bi barê giarn ê li ser milê Herêma Kurdistanê kir û tevî krîza aborî pêşwazî li sedan hezar penaber û derbider kiriye, şandeyê anî ziman jî ku ew dê hewldanên xwe bikin ji bo ku civaka navdewletî bi awaye aktîftir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.