Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî: Pêşmerge amade ne Reqayê jî azad bikin
Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike ku, kontrolkirina rêya serekî ya navbera Reqa û Mûsilê de pêngaveke girîng e bo jinavbirina DAIŞê.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî radigehîne ku, eger bê xwestin Pêşmerge amade ye beşdarî şerê azadkirina Reqayê jî bibe.
Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya (Le Journal du Dimanche) ya Fransî de got ku, pêwîstiya Hêzên Pêşmerge bi çekên zêdetir heye ji bo ku rêxitsina DAIŞê bi temamî li Iraq û Sûriyê jinav bibe.
Barzanî ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar li Herêma Kurdsutanê ye jî, kontrolkirina Pêşmergeyan ji rêya serekî ya ku Reqaya Sûrî bi Mûsilê ve girê dide re bi “pêngavek mezin ji bo jinavbirina DAIŞê” binav kir.
Rêya serekî ya navbera Reqa û Mûsilê di dema operasyona azadkirina Şinaglê de ketibû destê Pêşmergeyan.
Mûsil roja 9-10 Hezîrana 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin, herwiha Reqa jî di Nîsana 2013an de ketibû dest DAIŞê, de her du navçe jî wek navendên wê rêxistina radîkal li Iraq û Sûriyê tên naskirin.
Barzanî diyar kir jî ku, karîna Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê heye ku beşdarî şerê li jinavbirina DAIŞê bike “eger li Reqayê jî be.”