Xameneyî: Amerîka li dijî Tehran û Moskoyê siyasetê dike
Putin li Îranê beşdarî korbenda welatên hinardekarên gazê dibe.
Xameneyî: Amerîka li dijî Tehran û Moskoyê siyasetê dike
K24- Navenda Nûçeyan
Rêberê Îranê, Elî Xameneyê dibêje ku, siyasetên Amerîka li navçeyê li dijî Tehran û Moskoyê ne.
Xameneyî ku îro, 23yê Mijdarê, li Tehranê pêşwazî li Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin kiribû, got ku “Amerîkî dixwazin bi pilanek demdirêj dest li ser Sûriyê û piştir e li ser tevaya navçeyê danin (…) ev jî gefek e li ser hemû welatan bi taybetî jî Rûsya û Îran.”
Ev hevdîtin di çarçoveya beşdarîkirina Vladimir Putin di “Korbenda Welatanê Hinardekarên Gazê” de tê.
Herwiha Rêberê Îranê got jî ku “Amerîka dixwaze armancên xwe yên leşkerî bi rêyên siyasî li Sûriyê bidest bixe.”