Divê malbatên kêmendaman jî bên perwerde kirin

Pispor û fîzyoterapîst radigihînin ku terapî û rehabîlîtasyona kêmendaman di xwepêşxistin û beşdariya wan a jiyana civakî de jî bandorên erênî çêdikin.

Divê malbatên kêmendaman jî bên perwerde kirin
Divê malbatên kêmendaman jî bên perwerde kirin

K24 – Diyarbekir

Li Tikiyeyê û Bakûrê Kurdistanê, navendên rahabîlîtasyon û terapiyan di 10-12 salen dawî de, xebatên xwe zêde kirine. Pispor û fîzyoterapîst radigihînin ku terapî û rehabîlîtasyona kêmendaman di xwepêşxistin û beşdariya wan a jiyana civakî de jî bandorên erênî çêdikin. Pispor û fîzyoterapîst diyar dikin ku, bi qasî kêmendaman agahdarkirina malabatan jî girîng e.

Navenda Terapî û Rehabîlitasyonê, dema li Diyarbekirê dest bi xebat û perwerdehî kirin, di sala 2002an de bû. Rêvebirên saziyên diyar dikin ku di destpêkê de, malbatan fizyoterapist wek makîne zanibûn. Lê bi pêşketina derfetên ragihandinê jî di demeke kurt de, hem di nav civakê de, hem jî di malbatan de agahdariyeke baş çêbû ye di vî warî de.

Yaşar Îçen, dayîka zarokekî berasteng-kêmendam ê 12 salî ye. Îçen, ji aliyekî ve, bi zarokê xwe re mijûl dibe, ji aliyê din de jî di televizyoneke heremî de, bername çêdike.

Ew dibêje, dive malbatên berastengan bi hevkarî tevbigerin û divê jin haydar bin ku li gel rola dayîkbûnê, rolên wan yên jinîtî û kesayeteke civakî  jî heye: "Dema rehabilitasyon tune bûn, di civakê de malbatan ji zarokên xwe fedî dikir. Niha derfetê ku derbikevin û beşdarî jiyana civakî bibin jî çêbû ye. Zilam jî êdî zêdetir bi hişyarî nêzîk dibin em dixwazin zêdetir bibin."

Terapîst jî diyar dikin ku ji bo berasteng bi têgihiştineke baş bipêş bikevin ew li gel 5 rêbazên laşî (dîtin,bihîstin, hêst kirin, tam kirin û bîhn kirine) 2 rêbazên din jî ji bo ku ew laşê xwe û ciyê xwe bizanin bikartînin.

Fizyoterapîst Mahîr Balsever jî, diyar kir ku, ji salên 1963an heta niha rêbaz û amûrên bo berastengan tên hilberandin zêde bûne: "Berasteng an jî kêmendam, bi van berheman têgihiştina xwe hevaheng dikin. Her yek ji van berheman hizra zarokan bipêş dixe."

Li navendên rehabîlîtasyonan, li gor cureyên astengiyan malbat jî wek grup, tên perwerde kirin û agahdar kirin. Hem malbat, hem jî terapîst dixwazin derfetên zêdetir bên amade kirin.