Mesrûr Barzanî: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareser kirin

Mesrûr Barzanî, ragehand ku divê çareserkirina nakokî û nerînên cuda li ser bingehê berjewendiyên niştimanî, ewlekarî û aramiya Kurdistanê be.

Mesrûr Barzanî: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareser kirin
Mesrûr Barzanî: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareser kirin

K24 – Hewlêr

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bal kişand ser girîngiya gotûbêj û lihevkirinê di navbera hemû aliyên siyasî de û got: "Divê çareserkirina nakokî û nerînên cuda li ser bingehê berjewendiyên niştimanî, ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê be."

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, doh ligel parlamenterê Brîtanyayê Nedîm Zehawî û şandeke ligel civiya. Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê Angos Mekkî jî amade bû, şanda mêvan pîrozbahiya serkeftina operasyona rizgarkirina Şingalê kir.

Derbarê rewşa navçeyê û sere DAIŞê de, herdu alî hevra bûn li ser pêdiviya zêdekirina alîkariyên leşkerî bo Pêşmergeyên Kurdistanê di warê kalîte û hejmar de. Bi taybetî ji aliyê Brîtanya ve wek welatekî aktîf ê endamê Hevpeymaniya Navdewletî di şerê dijî DAIŞê de.

Mesrûr Barzanî jî bibîr xist ku DAIŞ pirsgirêkeke navdewletî ye û ji bo jinavbirina wê jî dive hemû alî hevkar û beşdar bin. Barzanî li ser nakokî û pirsgirêkên neçareserkirî yên Iraqê jî rawestiya û got: "Ligel çareserkirina pirsgirêkan, divê sedemên wan jî bên çareserkirin."

Barzanî wiha axifî: "Pirsgirêkên Iraqê siyasî ne, lewra pêdivî bi çareseriyên siyasî heye, ne mimkun e bi mekanîzmayên rabirdû Iraqeke aram û yekgirtî bê avakirin, ji ber nebûna baweriyê di navbera pêkhateyên serekî yên Iraqê de bûye pirsgirêkek ku nayê veşartin."

Derheqa rewşa Herêma Kurdistanê de jî Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, bal kişand ser girîngiya gotûbêj û lihevkirinê di navbera hemû aliyên siyasî de û got: "Divê çareserkirina nakokî û nerînên cuda li ser bingehê berjewendiyên niştimanî, ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê be."

Di beşekî din ê hevdîtinê de behsa rewşa Iraqê, azadkirina Mûsilê, bûyerên li Sûriyê û navçeyê hat kirin.