Kurdistan24
Nivîskar
Lêkolînereke Amerîkî: Kurd hezeke hevgirtî ye
Derbarê rewşa Iraqê de jî lêkolînera Amerîkî diyar kir ku Iraq li beramber DAIŞê bêhêz û lawaz e, lê hêdî hêdî ber bi başiyê ve diçe.
K24 - Navenda Nûçeyan
Lêkolînera Amerîkî Laurie Mylraie ragehand ku niha dema şerê li dijî DAIŞê ye û pirsa dewleta Kurdî hê neyarên wê hene.
Lêkolînera Amerîkî Laurie Mylraie ji K24ê re ragehand ku kurd xwedî hêzeke hevgirtî ye û karîne ji hemû xelkê re vê yekê nîşan bidin. Mylraie da zanîn ku şerê rêxistina DAIŞê û şikandina wê pêngava herî girîng e.
Derbarê rewşa Iraqê de jî lêkolînera Amerîkî diyar kir ku Iraq li beramber DAIŞê bêhêz û lawaz e, lê hêdî hêdî ber bi başiyê ve diçe.
Mylraie, derbarê siyaseta Koşka Spî de got ku niha hilbijartin li pêşiya Amerîkayê ne, eger serokê dahatû yê wî welatî demokrat an jî komarî be wê bo Kurdan her baş be.