Kurdistan24
Nivîskar
Li Rihayê polîsek hat kuştin
Li Rihayê teqe li qeymeqamê Siwêrekê hate kirin û di encam de polîsek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
K24 – Riha
Li Rihayê teqe li qeymeqamê Siwêrekê hate kirin û di encam de polîsek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li bakurê Kurdistanê operasyon, pevçûn û tundûtûjî berdewam e. Şevê din li navçeya Siwêrekê ya Rihayê qeymeqamê bajêr Vural Karagul ket ber êrîşê û di encam de polîsê bi navê Serdar Toprak canê xwe ji dest da û Sînan Sengul jî birîndar bû.
Parêzgarê Rihayê Îzetîn Kuçuk da xuyakirin ku êrişeke terorîstî li hember polîsan hatiye kirin û qeymeqam nebûye armanca êrişê.
Çapemeniya Tirkiyeyê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wek berpirsê êrişê nîşan dide lê heta niha agahiyeke fermî ji aliyê PKKê ve nehatiye ragehandin.