Rejîma Sûriyê girtiyan di şerê DAIŞê de bikar tîne

rejîma Sûriyê zêdeyî 500 girtiyên ku berî niha li bajarên cuda yên Sûriyê hatibûn girtin, li Dêrazorê di şerê dijî DAIŞê de bikar tîne.

Rejîma Sûriyê girtiyan di şerê DAIŞê de bikar tîne
Rejîma Sûriyê girtiyan di şerê DAIŞê de bikar tîne

K24 - Navenda Nûçeyan

Hat ragehandin ku rejîma Sûriyê zêdeyî 500 girtiyên ku berî niha li bajarên cuda yên Sûriyê hatibûn girtin, li Dêrazorê di şerê dijî DAIŞê de bikar tîne.

Tora Sûriyê ya Zindî li ser malpera xwe belav kiriye ku rejîma Sûriyê wan girtiyên xwe yên berî niha li bajarên cuda yên Sûriyê ji aliyê rejîmê ve hatibûn girtin di baregehekî leşkerî de perwerde dike.

Heman çavkaniyê da zanîn ku rejîma Sûriyê wan girtiyan piştî perwerdeya leşkerî li eniyên şer ên dijî DAIŞê li Parêzgeha Dêrazorê bikar tîne.

Ji sala 2011an ve kirîza Sûriyê dest pê kirye û bi hezaran welatiyên sivîl ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatine girtin ligel koçberbûna bi milyonan kes ber bi welatên derdor û Ewropayê ve.