Kurdistan24
Nivîskar
"Niha dema ragehandina serxwebûna Kurdistanê ye"
O'Leary, yeknegirtina Hêzên Pêşmerge û lihevnekirina aliyên siyasî li ser birêvebirina Kurdistanê wek du pirsgirêkên serekî li pêşiya serxwebûnê dibîne.
K24 – Hewlêr
Pisporê Amerîkî Brendan O'Leary, derbarê serxwebûna Kurdistanê de got: "Niha baştirîn dem e bo ragehandina serxwebûna Kurdistanê, ji ber rewş gelekî ji rewşa başûrê Sudanê baştir e wê dema ku Sudan cuda bû."
Lêkolîner û pisporê ware bihevre jiyanê Brendan O'Leary, ku sala 2003ê şêwirmendê hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, di bernameyekî K24ê de got: "Divê Herêma Kurdistanê biçe referandûmê û piştre daxwaza corekî din ê peywendiyan ligel Bexdayê bike, ku evna jî konfederalîyet e, eger Bexda bi konfederalîzmê razî nebû wê demê dikarin serxwebûnê rabighînin."
Bi baweriya O'Leary, niha baştirîn dem e bo ragehandina serxwebûna Kurdistanê, ji ber Tirkiye Herêma Kurdistanê wek baştirîn cîran dibîne, Îran rêzê li vê herêmê digire û Amerîka jî bi awayekî eşkere piştîvaniyê dike.
Derheqa astengên li pêşiya serxwebûnê jî Brendan O'Leary, yeknegirtina Hêzên Pêşmerge û lihevnekirina aliyên siyasî li ser birêvebirina Kurdistanê wek du pirsgirêkên serekî dibîne û li gor wî, reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê bi kêrî vê rewşê nayê û dive guhertin têde bên kirin.