Evîn Şikakî
Reporter
Mistura: Agibesteke giştî DAIŞê ji nav dibe
erkê grûbên kar bi dawî bûye û bûne danûstandinên Sûrî ligel Sûriyan û evna jî amadekariyên Cinêva 3em in.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Staffan de Mistura ragehand ku li Sûriyê lihevkirina siyasî û agirbesteke giştî dikare DAIŞê ji nav bibe.
Di civîna ligel Endamên Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê ku doh li bajarê Stenbolê birêve çû, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê taybet li Sûriyê Staffan de Mistura, tekez kir ku erkê grûbên kar bi dawî bûye û bûne danûstandinên Sûrî ligel Sûriyan û evna jî amadekariyên Cinêva 3em in.
Staffan de Mistura got ku li Sûriyê lihevkirina siyasî û agirbesteke giştî dikare DAIŞê ji nav bibe. Opozîsyona Sûriyê jî tekez li ser beyannameya Cinêv û biryara Encûmena Asyaîşa Navdewletî ya hejmar 2118 kir.
Wek tê zanîn hefteya borî di civîna Viennayê de 20 welatên beşdar û Amerîka û Rûsya li ser nexşeyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê rêkeftibûn.