Firokeyeke Rûsî li ser sînorê Tirkiyê ket xwarê

Îro danê sibehê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê firokeyek şer a artêşa Rûsyayê kete xwarê. Tê gotin ku ew firoke ji aliyê firokeyeke din ve hatiye xistin.

Firokeyeke Rûsî li ser sînorê Tirkiyê ket xwarê
Firokeyeke Rûsî li ser sînorê Tirkiyê ket xwarê

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibehê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê firokeyek şer a artêşa Rûsyayê kete xwarê. Tê gotin ku ew firoke ji aliyê firokeyeke din ve hatiye xistin.

Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, li herêma Qizildaxa ser bi Bayirbûcakê ku dikeve beramber bajarê Hatayê firokeyeke artêşa Rûsyayê ket xwarê.

Li gor medya Tirkiyê, firoke 1-2 km di nav axa Sûriyê de ji aliyê firokeyeke din ve hatiye xistin û ketiye gundê Yamanî yê Turkmenan. Herwiha hat gotin ku pîlotan bi paraşûtan xwe ji firokeyê avêtine.

Li ser herêma ku firoke ketiye xwarê ev  hefteyeke artêşa rejîma Sûriyê operasyonan dike û piraniya herêmên jêr destê çekdarên Turkmenan careke din kontrol kir. Turkmenên li herêmê jî daxwaza çek û alîkariyê dikirin.