Kurdistan24
Nivîskar
Firokeyeke Rûsî li ser sînorê Tirkiyê ket xwarê
Îro danê sibehê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê firokeyek şer a artêşa Rûsyayê kete xwarê. Tê gotin ku ew firoke ji aliyê firokeyeke din ve hatiye xistin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro danê sibehê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê firokeyek şer a artêşa Rûsyayê kete xwarê. Tê gotin ku ew firoke ji aliyê firokeyeke din ve hatiye xistin.
Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, li herêma Qizildaxa ser bi Bayirbûcakê ku dikeve beramber bajarê Hatayê firokeyeke artêşa Rûsyayê ket xwarê.
Li gor medya Tirkiyê, firoke 1-2 km di nav axa Sûriyê de ji aliyê firokeyeke din ve hatiye xistin û ketiye gundê Yamanî yê Turkmenan. Herwiha hat gotin ku pîlotan bi paraşûtan xwe ji firokeyê avêtine.
Li ser herêma ku firoke ketiye xwarê ev hefteyeke artêşa rejîma Sûriyê operasyonan dike û piraniya herêmên jêr destê çekdarên Turkmenan careke din kontrol kir. Turkmenên li herêmê jî daxwaza çek û alîkariyê dikirin.