Kurdistan24
Nivîskar
OPCW: Li Sûriyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ser bi Neteweyên Yekbûyî ragehand ku ew bi fikar in ji ber li Sûriyê çekên kîmyewî tên bikaranîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ragehand ku ew bi fikar in ji ber li Sûriyê çekên kîmyewî tên bikaranîn.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ku navenda wê li Laheyê ye, daxwiyand ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de ew bi fikar in.
OPCWê banga wê yekê kir ku divê êdî çêkên kîmyewî neyên bikaranîn û kesên ji bikaranîna van çekan berpirs in, bên darizandin.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî civîna Konseya Îdareya OPCWê de hat ragihandin, ku şert û merc çi dibin bila bibin û ji aliyê kê ve tên bikaranîn jî, bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin. Bikaranîna çekên kîmyewî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û divê berpirsyarê wê hesab bidin.
OPCWê roja 6ê Mijdarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li Sûriyeyê gaza hardal û klorê hatiye bikaranîn. Hat gotin ku ev bûyer di mehên Tebax û Adarê de rû dane, lê nehatibû zelalkirin ka ev çekên kîmyewî ji aliyê kê ve hatine bikaranîn.