"Nûnerê Pêşmergeyên Rojava beşdarî kongreya Riyadê dibe"

Nûnerê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, kesayetiyên siyasî, rîsipiyên civakî û serok eşîr jî dê beşdarî wê kongreyê bibin.

"Nûnerê Pêşmergeyên Rojava beşdarî kongreya Riyadê dibe"
"Nûnerê Pêşmergeyên Rojava beşdarî kongreya Riyadê dibe"

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Hewas Egîd ragehand ku nûnerê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî dê beşdarî kongreya Riyadê bibe.

Derbarê mijarê de Endamê Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê Hewas Egîd ji K24ê re axifî û got: "Kurd wek du şand yek ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku beşeke ji Îtîlafa opozîsyona Sûriyê û ya din jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD ) wek endamê Heyet el-Tensîq dê werin vexwendin."

Ekîd tekez kir ku Nûnerê Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, kesayetiyên siyasî, rîsipiyên civakî û serok eşîr jî dê beşdarî wê kongreyê bibin.

Berî niha Erebistana Siûdiyê li ser zarê Nûnerê xwe yê Neteweyên Yekbûyî Ebdullah Mûalimî ragehandibû  ku ew dê  kongreyekê bi mebesta  komkirina opozîsyona Sûriyê û yekgirtina wê di meha dahatû de lidar bixin.