Bi fermana Barzanî xendekên Şingalê tên berfirehkirin

Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge bal kişand ser xendekên Şingalê û got: "Tişta hatiye kirin qonaxa yekem e û piştre jî qonaxa duyem dest pê dike ku niha nexşerêya wê nediyar e."

Bi fermana Barzanî xendekên Şingalê tên berfirehkirin
Bi fermana Barzanî xendekên Şingalê tên berfirehkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bal kişand ser xendekên Şingalê û got: "Tişta hatiye kirin qonaxa yekem e û piştre jî qonaxa duyem dest pê dike ku niha nexşerêya wê nediyar e."

Niha Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bi berfirehkirina wan xendekan ve mijûl in ku li sînorê Şingalê hatine kolandin û biryar e di dahatû de ber bi sînorê Sûriyê ve werin dirêj kirin.

Di vê derbarê de Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Izedîn Sadî ji BasNewsê re got: "Sînorê wan xendekên ku hatine kolandin gelekî berfireh e, sînorê wan li rojavayê Şingalê çarrêya Telxizêr û Şêx Xidir dest pê dike heta digihe çarrêya Um Şebayît. Wate 7 km li bakurê Şingalê, hemû cihekî bajêr ji aliyê Pêşmergeyan ve hatiye kontrolkirin."

Sadî wiha axifî: "Niha jî em bi çêkirina çeper û baregahên leşkerî ve mijûl in li derdora Şingalê, hewqas bazgeh jî tên danîn ku DAIŞ bi xewnan jî nikaribe nêzîkê Şingalê bibe. Herwiha bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê xendek tên berfirehkirin û piştre qonaxa duyem dest pê dike ku nexşeya wê hê nediyar e."

Şingal nêzîka sal û nîvê di destê çekdarên DAIŞê de bû heta cara dawî bi Serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hîmeta Pêşmergeyên Kurdistanê di 13.11.2015ê de ji destê DAIŞê hat derxistin û Alaya Kurdistanê li qezayê hat bilindkirin.