Li Nisêbînê qedexeya derve di roja 12emîn de ye

Qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di roja 12emîn de berdewam e. Li navçeyê heta niha 8 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 20 kesan jî birîndar hene.

Li Nisêbînê qedexeya derve di roja 12emîn de ye
Li Nisêbînê qedexeya derve di roja 12emîn de ye

K24 – Mêrdîn

Qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di roja 12emîn de berdewam e. Li navçeyê heta niha 8 kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 20 kesan jî birîndar hene. Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok û Baroyên Bakurê Kurdistanê banga alikariya lezgîn kirin.

Li 15 taxên navçeyê, pevçûnên di navbera xwenîşanderên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Şoreşger (YDG-H) û hêzên ewlehiya dewletê de didomin.  Ji navçeyê çavkaniyên sivîl bo Kurdistan24ê radigihînin ku, hêzeke zêde ya otomobîlên zirxkirî yên emnî di nava kolanan de guleyan li xaniyan direşînin û xwenîşander jî bi çekên sivik êrişî hêzên ewlehiyê dikin.

Li navçeya ku pirsgirêka elektrîk, av, telefon û înternetê lê heye pirsgirêkên saxlemî, perwerde û aborî jî gihane astekî zehmet. Şev û roj dengên çekan ji taxan kêm nabin. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hevserokên şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), nûnerên saziyên sivîl yên civakî  û bi hezaran welatî li têketina navçeyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine sekinandin.

Gelek kesên ku ji navçe û gundên derdora Nisêbînê dixwazin derbasî navçeyê bibin li ser rêyan ji aliyê leşkeran ve tên rawestandin û her diçe rewş aloz dibe û gelek welatiyan jî navçe bicîh hiştine û çûne bajarên din.